Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêçîrvan Barzanî: Serxwebûn Mafê Gelê Kurd E


Di hevpeyvineka Dengê Amerêka digel serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani li Hewlêrê, behsi opersyona azad kirina bajêrê Mosil û awarên Îraqî li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdan ewên nû hatîn azad kirin û rewşa aborîya herêmê û pirsa serxwebûna Kurdan kir.

Serokê hikumeta herêma Kurdistanê gote Eli Javanmardi ji Dengê Amrîka, azad kirin Mosil zor girnge bo herêma Kurdan û hêzên Pêşmerge wê rola sereke hebe di oprasyona azad kirina Mosil bi hevkarî digel Bexda û hevpeymaniya nafnetewî bitaybet Amerîka. Herwesa Barzani da zanin, çaverê tê kirin hijmareka zora penaberan ji Mosil derkeve lewra, bi hevkarîya dezgehên hikumetê û Netewên Yekgirtî me hinek dever amade kirn bo dorist kirina kempan ko texmin tê kirin 500,000 kes ji Mosil birevin.

Derbarî rêkeftîna hikumeta herêma Kurdistan û Amerîka Barzani got, rêkeftîn du aliye bixweve digre, yekem beşdarîya Amerîka di pirsa diravî ya hêzên Pêşmerge û beşa duhemîn protokola leşkerîye digel Amerîka û hikumeta herêma Kurdistanê ko rêkkeftîne liser hevkarî û alikarîya herdû aliyane derbarî azad kirin Mosil û deverên din ji çekdarên Daîşê û Bexda haydarî rêkeftînê ye.

Nêçîrvan Barzani derbarî serxwebûna Kurdan got, serxewbona Kurdistanê mefê rewa ya gele Kurde û wê bimîne armanca me û ya tevaya gele Kurd, ya girng bo me sinûrê Kurdistanê ye piştî nemana Daîşê. Em wê sinûrê xew diyar bikin ewa bi xwîna Pêşmerge hatî azad kirin, ewca em digel Îraqê bimîne yan ne yanji Konfedralî be, erkê me yê sereke sinûrê meye û her biryare bête dan Bexda wê bimîne hevparê me.

Liser Kudeta Tirkiye Barzanî got, me pêxoşe bi serkeftîna gel li diroka kudetayên leşkeri li Tirkiye her karvedanên xirab bo Kurdan hebûn û Hikumeta Herêma Kurdistanê pêxewşe gele Tirkiye piştevanîya hikumeta rewa ya welat kir.

Liser pirsa aborîya herêma Kurdistanê barzanî da zanin, çendîn asteng bûne egera qeyrana aborî, lisala 2014 Bexda buca herêmê qit kir, şerê Daîşê ya bidîrêjahîya 1100 kilomitra û hon dizanin me 1500 Pêşmerge jiyan xew ji dest dan û 8000 birndar me hene û hebûna 1.5 milyon penaberan û dakeftîna bihayê petrole hemo egern bo qeyrana aborî.

Kerem kin hevpeyvîna Alî Ciwanmerdî ya Pişka Farsî ya Dengê Amerîka ligel Nêçîrvan Barzanî temaşe bikin:

Hevpeyvîn ligel Nêçîrvan Barzanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:47 0:00

XS
SM
MD
LG